QAHIRE
Komelaya Ajokarên Deltaya Nîlê daxuyaniyek da û diyar kir ku 60 ajokarên tiran ên misrî bi wesayîtên xwe ve di navbera bajarên Tobrûk û Ecdebiyeyê bi destê kesên çekdar hatin revandin.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku kesên çekdar ji qebîleya El-Maxrebiyê ne û hat ragihandin koma çekdar dixwaze ku Mihemed Selame Mihemed el-Maxrebiyê ji ber ku bêdestûr ketibû Misrê 25 sal cezaya hepsê dabûnê serbest bê berdan.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku heta Maxrebî serbest neyê berdan dê ajokarên tiran jî bernedin.
Meqamên fermî ên Misr û Lîbyayê hêj der barê mijarê de tu daxuyanî nedan.
Pênçşema borî endamên heman qebîleyê li Berkaya ku yek ji bajarên rojhilatê Lîbyayê ye, 80 ajokarên welatiyê Misrê rehîn girtibûn.