Nihat Kavşut
17 Sibat 2018•Rojanekirin: 18 Sibat 2018
NEW YORK
Li Meksikayê bi lerza 7,5an erd hejiya.
Navenda Lêkolînên Jeolojiyê ya Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê 2 kîlomêtro li rojhilatê başûrê Pinotepa Nacionala bajarê eyalata Oaxacayê ye.
Hat diyarkirin erdhej 43 kîlomêtro di bin erdê da çêbû û wek mayîn der heqê mirî û birîndaran da agahî nehat dayîn.
Navenda Hişyariyê ya Tsunamiyê ya Pasîfikê ragihand ku talûkeya tsunamiyê tuneye.
Li Meksikayê 19ê Îlona 2017an bi lerza 7,1ê erd hejiyabû û 369 kes miribûn.