Dadgeha Îdarî ya Misrê, televizyona "El-Cezîre Misir" jî di nav de weşanên 4 televizyonan da sekinandin.
Li gor çavkaniyên darazê, Dadgeha Îdarî ya Misrê televizyona "El-Cezîre Mûbaşir Misir"ê jî di nav de, televizyona "Ahrar 25" a ku nêzî fikr û ramanên Îxwanên Muslîmîn e, televizyona "Yermûk"a ku li Urdûnê weşanê dike û televizyona "Qûdus" ku nêzî Hamasê tê zanîn ji bo weşana wan bê sekinandin biryar da.
Dozên ku li televizyonan bi hinceta Misir û Misrîyan xerab nîşan didin hatibûn vekirin. Dadgeha Îdarî ji bo lêkolînkirinê ji hiqûqnasên pispor heyet amade kir û piştî şêwr û raporên wan der barê van televizyonan de ji ber ku destûrnameya wan tuneye weşana wan da sekinandin.
Piştî derbeya leşkerî weşana televizyona El-Hafizê hat sekinandin, Dadgeha Îdarî ya Misrê berê jî ji bo girtina wê biryar dabû.