ERBÎL
Li Erbîlê bi pêşengiya Birêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqa Federal dihat plankirin ku Konferansa Neteweyî ya Kurdan dê di 15-17ê îlonê de bicive, lêbelê vê gavê talûqê 25ê çiriya paşîn bû.
Civîna Komîteya Amadekar ya li Hola Kongreyê ya Saad Abdullah bi dawî bû. Piştî civînê ji çapemeniyê re hat daxuyandin ku bi mebesta hilbijartinên 21ê îlonê yên parlamantoyê Konferansa Neteweyî talûqê 25ê çiriya paşîn bû.
Pêşî dabûn zanîn ku Konferansa Neteweyî ya Kurdan dê di 24-26ê tebaxê de bicive, lêbelê ev dîrok talûqê 15ê îlonê bûbû. Bi biryareke dawî lihevcivîna konferansê careke din talûq bû.