QAHÎRE
Li gor agahiyên ku ji Ewlekarî û Wezareta Tendurustiyê hatin standin, li giştiyê Misrê di nav hefeteyekê de hejmara miriyan gihişt 91an û ya birîndaran jî bû 1342an.
Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku di pêvçûnên duh de 17 kes li bakurê welêt Îskenderiyeyê, 15 kes li Qahîre û devdorê wê, 5 kes li Nîvgirava Sînayê, 4 kes li Îsmailiyeyê, 3 kes li Şarkiye, Asyût û Suweyşê bi tevahî 44 kes mirin.
Li hêla din jî piştgirên Mûrsî ji ber kesên ku di bûyeran de emrê xwe dane nimêja cinazeyê ya xiyabî kirin.