QAHÎRE
Îxwanê biryara Lijneya Wezîran ya Misrê şermezar kir. Di biryarê de tê gotin ku Îxwanê Mislimîn ji lîsteya Komên Civakê yên Sivîl hatiye derxistin.
Ji mezinên Îxwanê Ehmed Emer got ku: "Eva biryareke nû nîne û em ê li dijî wê derkevin. Her wiha em ê derkevin qadan û vê li wir jî bînin ziman. Demên berê jî ji bo feshkirina Îxwanê teşebus kirin lê belê serfiraz nebûn û îro jî nikarin serfiraz bin."
Emer diyar kir ku nîşana qebûlkirin û redkirina Îxwanê tewecûha gel e û wiha got: "Ji dû Şoreşa 25 Rêbendanê gel pir caran nîşan da ku li ba Îxwanê ye û bi me bawer e. Rêveberî bi biryarên wiha ve nikare xwe bigihîne ciyekî. Di destê Lijneya Wezîran de rayedariyeke wiha tuneye."
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dadrêsiyê hatine hildan, gava ku der heqê Komên Civakê yên Sivîl de giliyek hebe divê Wezareta Alîkariya Civakî endamekî komîtiya rêveberiyê guhdar bike. Her wiha divê Wezaret bi Yekîtiya Komên Civakê yên Sivîl re jî îstişare bike. Gava ku şikayet rast derkeve Wezaret dikare wê KCSyê fesh bike.
Dadgeha Nobedar ya Qahîreyê, "Biryar dabû ku Komela Îxwanê Mislimîn were girtin, çalakiyên komên ku têkiliya wan bi Îxwanê re hene were qedexekirin û dest bidin ser sermayeya Îxwanê."