MEKKE
Çêkirina qumaşa li ser Kebeyê ya ku dê beriya cejna qûrbanê bê guherandin temam bû û qumaş teslîmê meleyê Kebeyê Ebdurrehman Es-Sudeysî kirin.
Qumaşa Kebeyê li Fabrîqeya Kebeya Şerîf bi hevrîşima xas û bi neqşên zêr ve bi kelecan hat çêkirin. Divê heta 14ê mehê xelas bibûya lê beriya vê hat temamkirin û teslîmê meleyê Kebeyê Ebdurrehman Es-Sudeysî kirin.
Fabrîqe salê carekê ji bo ku di nav 3 mehan de qumaşa Kebeyê amade bike tê vekirin û piştî dema hec ji bo ku saleke din bê vekirin tê girtin. Hecî her sal di vê demê de dikarin febrîqeyê ziyaret bikin. Qumaş ji 658 mêtroqareyan pêk tê. Ji bo ku ev qumaş bê çêkirin 47 top qumaş tê xerckirin. Dirêjiya qumaş 14 mêtro û 101 santîmêtre ye.
Qumaş ji 16 perçeyan pêk tê. Bi tayê zîv û zêr ve li ser hevrîşimê xas tê neqişandin û bi rengê reş ve tê boyaxkirin. Bi tevahî 6 milyon dolar pere ji bo çêkirina qumaşê Kebeyê tê xerckirin.