Fatih Gazioğlu
04 Tebax 2017•Rojanekirin: 04 Tebax 2017
QAHIRE
Li Misrê bajarê El-Uqsurê li dijî wesayîteke polêsan êrîşeke biçêk hat kirin. Di êrîşê de jê yek polês 2 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji Wezareta Karên Navxweyî hatin hildan, li bajarê El Uqsurê polêsan li ser şikê xwest wesayîtekê bidin sekinandin.
Li ser vê ji wesayîtê gulê hatin berdan, di encamê êrîşê de polêsek û kesekê ji wê derê derbas dibûn hatin kuştin, 3 kes jî birîndar bûn.
Der barê bûyerê de kesek hat girtin, kesek jî reviya. Di wesayîtê de 2 jî tiving hatin bidestxistin. Ji bo êrîşkarê ku reviya xebatên lêgerînê dewam dikin.