Li derûdora avahiyê di 3 kîlomêtre firehiyê de barîyelên ewlekariyê hatin danîn û wesayîtên zirxkirî anîn pêşiya avahiya dadgehê. Di çarçoveya tevdîrên ewlekariyê de Qada Texrîrê ya li paytextê û rêyên ku digehêjin avahiya DDByê ji bo trafîka wesayîtan hatin girtin û li esmanê Qahîreyê helîkopterên leşkerî firîn.
Sîsî li gel Serokomarê Berdemî Adlî Mansûr ê ku piştî derbeya leşkerî hatibû li ser wezîfeyê hat avahiya DDByê.
Li Misirê hatibû ragihandin di hilbijartinên ku li dû derbeya leşkerî yên ku di meha gulanê de pêk hatin wezîrê parastinê yê berê Abdûlfettah es-Sîsî serket.