LONDRA
Mizgefta Şah Cihan di sala 1889an de ji aliyê yahûdiyê alman Dr. Gottleib Leitner ve hatiye çêkirin. Prensesê Hindî mesrefên mizgeftê daye, lê belê mizgeft nedîtiye. Mizgefta Şah Cîhan, li paytext Londraya Îngilistanê sembola aramiyê ye. Li Mizgeftê rojên înê 1800 kes nimêj dikin. Li herême li dijî îslamê tu çalakî nayên dîtin û di gel misilmanan yên ne misilman jî ji vê mizgeftê hez dikin û ziyaret dikin.
Asad Jamil Sekreterê mizgefta ku bi mîmariya xwe ya bixeml balê dikişîne, der heqê mizgeftê de agahî da AAyê û wiha got: "Ji aliyê almanekî ne misilman, bi mîmarekî Îngiliz ev mizgeft hatiye lêkirin û prensesekî Hindî mesrefên çekirina wê daye. Lê belê Prens heta dawiya emrê xwe ev mizgeft nedîtiye. Cemaata mizgeftê piranî ji misilmanên koçber, ji Hindistan û Pakistaniyan pêk tê.
Li Mizgefta Şah Cîhan perwerdeya medreseyê, ji aliyê Seyda Hashmi ve tê dayîn. Seyda Hashmi got : "Ji bo ku em bi zarokan re zêde mijûl bibin, di gel perwerdeya dîn em lîstonekên badmînton, krîket û lîstonekên wekî futbolê jî dilîzin. Seyda Hashmi ev 4 sal in melatiya mizgeftê dike û wiha dewam kir: "Li Îngilistanê her kes baweriya xwe azad dijî û tu astengiyan najîn."
Gef li me nayê xwarin
Li Îngilistanê gulana borî piştî ku leşker Lee Rigby di nava kolanê de hat kuştin, gelek êrîş li ser komên muhafazakar û mizgeftên wan hatin kirin lê belê cemaata Wokîngê di vî warî de hişyar e.