Ali Cura
23 Adar 2024•Rojanekirin: 23 Adar 2024
Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê: "Di êrîşa terorî ya li Moskowê da 93 kes hatin kuştin, dibe ku hejmar hê jî zêde bibe."
Kremlîn: Dîrektorê FSBê Aleksandr Bortnîkovê ku bi Pûtîn ra axivî, ragihand ku di êrîşa terorê ya li Moskowê da tevî 4 terorîstên rasterast midaxil, bi giştî 11 kes birîndar bûn.
Rûsya: (Li Moskovayê) Terorîstên êrîşkar ber bi sînorê Ukraynayê va revîn. Terorîstan xwest ku ji sînor derbas bibin, haya wan û terefê Ukraynayê ji hev hebû.
Di daxuyaniya komîteyê da hat diyarkirin li ciyê bûyerê lêkolînên pisporan didomin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin cinazeyên kesên hatine kuştin tên lêkolînkirin û wiha hat gotin, "Ji ber êrîşa terorê ya li Moskovayê ji 60î zêdetir kes hatine kuştin û dibe ku ev hejmar zêde bibe."
Li Moskovaya paytextê Rûsyayê şeva 22yê Adarê kesên çekdar êrîşî Crocus City Halla salona konserê kiribûn.
- Li Moskovayê dawiya hefteyê hemû çalakiyên ji gel ra vekirî hatin betalkirin
Ji 50yî zêdetir ambulans û serwêsên acîl sewqî cihê bûyerê kirin û hat ragihandin ku li paytext Moskovayê li balafirgehan tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.
Sergey Sobyanînê Şaredarê Moskovayê da zanîn ku dawiya vê hefteyê li Moskovayê hemê çalakiyên ji gel ra vekirî hatin betalkirin.
Li gor daxuyaniya ku Midûriya Giştî ya Wezareta Rewşên Acîl da TASSê ji bo vemirandina şewata li avahiyê ji Navenda Hewageriyê ya Moskovayê firoke şandin cihê bûyerê kirin.
Ji aliyekî din, Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê ragihand ku dê der barê êrîşa terorê ya li Moskovayê da ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî civînê bixwazin.
- Ukrayna: Têkiliya Ukraynayê bi êrîşa li Moskovayê ra tune
Mîhaîl Podolyakê Şêwirmendê Ofîsa Serokatiya Dewletê ya Ukraynayê diyar kir ku têkiliya Ukraynayê bi êrîşa terorê ya ku li Moskovaya paytextê Rûsyayê dijî hêwaneke konserê hat kirin, tune.
Podolyak ji ser hesabê xwe yê Telegramê der barê êrîşa terorê ya dijî hêwana konserê ya bi navê "Crocus City Hall" a li Moskovayê daxuyanî da.
Podolyak ragihand ku "tu têkiliya Ukraynayê bi êrîşa navborî ra tune" û got ku "Vê bûyerê da nîşaneyên terora ku serokatiya welêt a êrîşkar dijî gelê xwe bixwe tetbîq dike, heye."
Serwêsa Federal a Ûris ragihandibû ku li gor tesbîtên ewil 40 kes hatine kuştin û ji 100î zêdetir kes jî birîndar bûne.
- Tirkiyeyê êrîşa terorê ya li Moskovaya paytextê Rûsyayê şermezar kir
Tirkiye êrîşa terorê ya dijî hêwaneke konserê ya li Moskovaya paytextê Rûsyayê hat kirin, şermezar kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva da hat diyarkirin ku bi xemgînî hîn bûn ku di êrîşa li Moskovayê da gelek kuştî û birîndar hene.
Di daxuyaniyê da ev hatin gotin:
"Em vê êrîşa terorê ya menfûr a ku sivîlên mesûm hedef digire bi tundî şermezar dikin. Em sersaxiyê didin gelê Ûris û hikûmeta Rûsyayê."
Di êrîşa navborî da li gor tesbîtên ewil 40 kes hatibûn kuştin û ji 100î zêdetir kes jî birîndar bibûn.