22 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2015
ŞIRNAK
Li Şirnexê endamên PKKya rêxistina terorê bi molotofan êrişî avahiyê midûriyetên bajêr ên Hawirdor û Bajarvaniyê û yê Saziya Ewlekariya Civakê (SGK) kirin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, terorîstan bi molotofan êrişî avahiyên midûriyetên bajêr ên SGK û Hawirdor û Bajarvaniyê kirin û paşê revîn di nav kuçe û kolanan da belav bûn.
Di avahiyan da şewat çêbû, xebatkaran haya ekîbên agirkujiyê pê xistin û ekîb hatin şewat temirandin.
Ekîbên polêsan li dewsa bûyerê lêkolîn kirin.
Ji bo derdestkirina êrişkaran xebat dan destpêkirin.