Ayşe İrem Tiryaki
28 Adar 2025•Rojanekirin: 28 Adar 2025
Li nêzî Sagaingya herêma Myanmarê bi mezinahiya 7,7an û 6,4an 2 erdhej çêbûn.
Li gorî daneyên Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê (USGS) li nêzî Sagaingyê ya ku bi qasî 16 kîlometroyan dikeve bakurê Nepîdoya paytexta Myanmarê, bi dû hev da bi mezinahiya 7,7an û 6,4an 2 erdhej çêbûn.
Hat ragihandin ku erdhej bi qasî 10 kîlometroyan di kûrahiyê da çêbûne û heta niha ziyanên mirinê û ya malî nehatine ragihandin.
Erdheja ku bi dema herêmî saet 13.30yî hat tomarkirin li Bangkoka paytexta Taylandê jî bi awayekî tund hat hîskirin. Li Bangkokê pergalên alarmê ketin dewrê û gelek avahî hatin valakirin.