Sevim Hatun
26 Îlon 2015•Rojanekirin: 26 Îlon 2015
MEKKE
Midûrê Giştî yê Xizmetên Hec û Umreyê Enver Gunenç, destnîşan kir ku di îzdihama Mînayê da 2 heciyên tirk mirin, 8 hecî birîndar bûn û 6 hecî jî winda ne.
Gunenç, li Navenda Îdareya Hecê civîna çapemeniyê li dar xist û di civînê de daxuyand ku ji 4 heciyên ku li Mînayê wefat kirin 2 kes ji ber îzdihamê nemirin.
Gunenç got ku ji heciyan yek li lobiya hotêla ku lê dima ket erdê, birîndar bû û li nexweşxaneyê digel midaxaleyan mir û wiha dewam kir: "Ji heciyên me yek jî dema şeytan kevirkirinê qeyrana dil derbas kir û li wir mir. Erkdarên Erebistana Siûdî derbarê van her du bûyeran de agahî dan me. Piştre me jî tespît kir ku ev her du welatiyên me, di îzdihamê de nemirin. Hejmara heciyên me yên di bûyera Mînayê de mirin dudu ne."
-Nasnameyê miriyan eşkere bûn
Gunenç diyar kir ku wan piştî facîaya Mînayê, ji hemû qafîleyan agahî hildan û wiha dewam kir: "Di encama lêkolînê de me tespît kir ku dema îzdihamê, du komên me yên piçûk li wir bûn. Serê ewil hejmara heciyên me yên winda 18 bû. Niha hejmar 6 e."
Nasnameyên ku hatin tespîtkirin ev in:
''Îsmaîl Aslan (Yozgat-1952), Şengul Aslan (Yozgat-1951), Satilmiş Gençel (Yozgat-1941), Enver Karakullah (xebatkarê şîrketê), Hîkmet Çabar (Kastamonu-1937), Îsmaîl Mûzûr (Kastamonu-1938).''
Gunenç ragihand ku tedawiya 8 kesên ku di bûyerê de birîndar bûn dewam dike û hê nasnameyên wan nehatine tespîtkirin.
-Ew ê nexweşan bi balafirên ambulans bişînin Tirkiyê
Midûrê Giştî yê Xizmetên Hec û Umreyê Enver Gunenç diyar kir ku di nav de 8 kesên ku di qezaya vîncê de jî birîndar bûn, ewê 25 nexweşan bi balafirên ambulans ên ku Serokatiya Sererkaniyê temîn kir, sibê bînin Tirkiyê.
Wezareta Kar û Barên Diyanetê, diyar kiribû ku hejmara kesên di îzdihama Mînayê de mirin 753 û hejmara birîndaran jî 887 e.