Aynur Şeyma Asan, Mücahit Oktay
12 Mijdar 2026•Rojanekirin: 12 Mijdar 2026
Hat ragihandin ku li Brooklyna bajarê New Yorkê avahiyek tep bû û 2 kes di binê enqazê avahiyê da mirin, ji 15 kesan zêdetir birîndar bûn.
Rayedarên Teşkîlata Îtfaiyeyê ya New Yorkê (FDNY) diyar kir, li ser êxbara ku li Brooklynê qismekî avahiyekê tep bû, ew çûn cihê bûyerê û wan dît ku meriv di binê enqazê da mane.
Rayedarên FDNYê daxuyand ku avahiya tepbûyî li navenda bajarê Brooklynê di navbera kolanên Newkirk û Flatbushê da li nava bloqekê da ye, di bûyerê da 2 kes mirin, ji 15an zêdetir kes jî birîndar bûn.
Rayedaran daxuyand ku ji 250yî zêdetir xebatkarên îtfaiye û rewşa acil hatin wezîfedarkirin û gotin dibe ku xebatên xelaskirinê dirêj be û ji bo bûyerê lêpirsîn tê kirin.
Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin da tê dîtin ku qismekî avahiyekê tep bûye û enqazeke mezin çêbûye.
Di vîdeoyê da gelek xebatkarên îtfaiyeyê hewl didin ku xwe bigihînin kesên binê enqazê, vîncek jî dixebite ku enqazê rake.