Türkan Tosun
08 Nîsan 2018•Rojanekirin: 08 Nîsan 2018
NEW YORK
Li New Yorka bajarê Amerîkayê di avahiyê Trump Tower a ku ofîs û mala Serokê Amerîkayê Donald Trump jî lê ye de şewat derket.
Hat ragihandin şewat di qata 50emîn de dest pê kiriye.
Ji ber şewatê kuçeyên li der û dora Trump Towerê ji hatin û çûyînê re hatin girtin. Gelek tîmên agirkûj hatin cihê bûyerê û agir vemirandin.
Şaxa Agirkûj a New Yorkê got 3 xebatkarê wan birîndar bûne.
Trump jî der barê bûyerê de li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşand.
Trump got agir hatiye vemirandin û spasiya tîmên agirkûj kir.