13 Mijdar 2016•Rojanekirin: 14 Mijdar 2016
MELBOURNE
Li nêzî Christchurcha bajarê New Zelandê bi lerza 7,8an erdhej çêbû.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya Amerîkayê hat dayîn, 91 kîlomêtre li bakurrojhilata bajarê Christchurchê bi saeta herêmê nîvê şevê bi lerza 7,8an erdhej çêbû.
Li gor agahiyên ewilîn, di erdhejê da mirin çênebû. Navenda Hişyariya Tsunamiyê ya Pasîfîk ya Amerîkayê daxuyand ku piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hat dayîn.