LAGOS
Hat ragihandin ku li eyaleta Bornoya li bakurê Nîjeryayê hejmara qîzên ku bi destê milîtanên Boko Haramê hatin revandin 130-150 ye.
Rayedarekî ku nexwast navê wî bê zanîn diyar kir ku li Chîbokê komeke çekdar bi çekan êrîşî dibistaneke navîn a razemenî kir û bi zorê qîzên xwendekar bi erebeyan ve revandin.
Rayedarê ji Nîjeryayê eşkere kir ku hejmara qîzên ku hatin revandin di navbera 130 û 150 kesî de ye.
Çapemeniya herêmî ya Nîjeryayê jî ragihand ku komeke çekdar êrîşî dibistaneke navîn a razemenî kir û bi zorê ve 200 qîzên xwendekar revand.
Yusuf Ndîrbîmtayê şahidê bûyerê jî destnîşan kir ku êrîşvanan di bûyerê de leşkerek û polêsek kuştin paşê jî agir berê dibistanê dan.