Êzdî li gor salnameya hîcrî, çarçema ewil a nîsanê wekî sersalê qebûl dikin. Êzdiyên iraqî dest bi pîrozbahiyên "Çaşemiya Sor" kir.
Êzdî ji bo pîrozbahiyan hatin Laleşa ji bo wan pîroz a derdora wê bi çiyayan dorpêçkirî ya li navçeya Şexan a Dihokê û ji vir ber bi mabeda dê lê merasimê bikin ve çûn.
Pişt re deriyê Pira Enzelê ya ku êzdî bawer dikin ku mirovan ji gunehan pak dike maç dikin û sê caran derdorê digerin û dia dikin.
Pişt re bi piyên pêxas dikevin hundirê mabeda di nav çiyan de ya ku ji bo wan pîroz e. Êzdî destê Şêx maç dikin, jê dixwazin ku ji bo wan dia bike û pişt re derbasî cihê ku lê 365 cihan agirê ku nîşaneya salekê ye, tê vêxistin dibin.
Êzdî dema ku agir vêdixin beyta dixwînin û dia dikin, pişt re goştê qurbanên ku serjê dikin li hev du belav dikin. Êzdî bi şev li mabeda pîroz dia dikin û serê sibê zû şiyar dibin. Êzdî diçin li ser gorên miriyên xwe dia dikin û ji bo xêra wan şîvê çêdikin û belav dikin.
- Roja ewil a salê "Çarşema Sor" e
Endamê Meclisa Ruhanî ya Êzdiyan Şêx Deştî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li gor salnameya hîcrî çarçema ewil a nîsanê wekî sersalê qebûl dikin û ev roj ji bo wan rojeke pîroz e.
Deştî got ku şeva duşemê ya bi çarşemê ve girê dide li Laleşê çalakiyên wan dest pê dikin û roja din mirov vedigerin malên xwe, diçin ser goran.
Deştî got ku dema li gor adetên xwe tevdigerin pir bextewar dibin û wiha dewam kir: "Li gor baweriya me îro dinya hatiye avakirin. Îro mirovên ku ji hev du xeyîdî bin li hev du tên, hêk tên xaşilandin û bi rengên cuda tên boyaxkirin û ji bo bereket û tenduristiyê dikin nav gelek tiştan."
Deştî got ku bi minasebeta cejnê ji welatên cuda mirov tên Laleşê û wiha pê de çû: "Em tevî êzdiyên ku ji Rûsya, Ewropa û ji bajarên cuda yên Iraqê tên cejna xwe pîroz dikin. Cejn wekî Çarşema Sor tê zanîn û cejneke kevnare ye. Hemû kesên ku têne li vir agir vêdixin û dia dikin."
Şêx Deştî got ku agirê ewil Baba Şêx vêdixe û wiha dewam kir:
"Ronî ji bo me Êzdiyan pîroz e. Dema ku em îbadet dikin rûyê xwe ber bi roniyê ve dikin. Agirê ku bi pembû û rûnê zeytê tê vêxistin tê wateya aştî û biratiyê. Ji merasimê de mêr beytan dibêjin û jin jî dilîlînin. Kesên ku têne Laleşa ku wekî mala Şêx Hadî tê zanîn rîtuelên taybet ên ji bo rojê dikin."
Hejar Mistefayê ku ji Ewropayê hat serdanê got ku çend sal berê koçî Almanyayê kiriye lê belê her sal ji bo pîrozkirina cejnê tê Laleşê.
Mistefa da zanîn ku ji bo berdewamiya çand û baweriyê her sal tevî zarokên xwe tên Laleşê û got ku çîçekeke sor a wekî nîşaneya mizgîniya cejnê serê sibê, li ser deriyê mala xwe daliqandine.
- Êzdîtî
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên dînî û dîrokî hilda li gor baweriya êzdîtiyê agir, av û roj pîroz in. Li gor baweriyê mirov pişt re nikare bibe êzdî. Dema ku êzdiyekî ji êzdîtiyê derkeve derbasî baweriyeke din bibe gunehekî mezin dike. Kitêbên vê baweriyê yên mezin Mishefa Reş û Cîlwe ne. Lê belê tê gotin ku ev kitêb winda ne. Ji ber ku kitêbên pîroz ên nivîskî tune ne, îbadet bi devkî tê kirin û bi vî şiklî derbasî nifşên nû dibe. Wêjeya devkî ya êzdiyatiyê bi zaravaya kurmancî ya kurdî dijî û tê parastin. Hemû diayên dînî bi zaravaya kurmancî tên kirin.
Êzdî herî zêde li Mûsil û Dihokê dijîn. Tê gotin ku hejmara êzdiyên li Iraqê 500 hezar e. Di demên dawî de ji ber êrîş û şer hin êzdiyên li Iraqê koçî welatên Ewropayê kirin. Li Ermenistan û Gurcistanê jî gelek êzdî hene. Lê belê piştî hilweşîna rejima Sowyetê gelek êzdiyan di serî de Almanya koçî welatên Ewropayê yên cuda kir.