Önder Beyter
02 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2019
Li Nîjeryayê ku li Afrîkaya Rojava welatek e, li eyaleta Benueyê tankerek teqiya û di encamê da herî kêm 50 kes mirin.
Li gorî nûçeyên çapemeniya xwemalî, ji berpirsên eyaleta Benueyê Christopher Avi diyar kir ku xelkê herêmê gava benzîna takerê vala dikir, ji ber sedemeke ku hê diyar nîne, tanker teqiya.
Avi wiha got, "Di teqînê da heta niha cesedê 50 kesî hatin dîtin, 70 kes birîndar bûn û gelek kes jî wenda ne."
Avi diyar kir ku birîndar ji bo nexweşxaneyan hatin veguhastin û malên nêzîk şewitîn bûn xwelî. Avi diyar kir ku der heqê qezayê da lêpirsîn dan destpêkirin.
Ji aliyê din va jî Berdevka Polêsê Eyaleta Benueyê Catherine Aneneyê jî bûyer piştrast kir, lêbelê der heqê hejmara miriyan da agahî parve nekir.