Haydar Şahin
02 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2019
Li Îranê bi îdiaya li ser navê Teşkîlata Îstaxbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) di saziyên eskerî û sivîl da xebatên sîxuriyê meşandine hin kes hatin derdestkirin, ji wana 2 kesan cezayê demdirêj ê hepsê xwar û ji bo yên din jî cezayê dardakirinê hat xwestin.
Li gor Farsa ajansa nîvfermî ya Îranê Xulam Huseyn Îsmaîliyê Berdevkê Hêza Daraza Îranê diyar kir ku bi operasyonên rayedarên îstixbaratê va şebekeyeke hat tesbîtkirin li ser navê CIAyê di tesîsên eskerî, binesazî û nukleerê yên welêt da xebat meşandine hat belavkirin.
Îsmaîlî diyar kir ku ji wana 2 kes wezifedarên tesîsê yên sivîl bûn ji ber vê di Dadgeha Şoreşê da hatin darizandin û got, "Di encama darazê da cezayê demdirêj ê hepsê dan van herdu kesan."
Îsmaîlî destnîşan kir ku kesên li tesîsên eskerî wezifedar bûn jî li dadgeha eskerî tên darizandin û wiha pê da çû: "Ji bo wan jî îdianame hat amadekirin. Dozgeriyê daxwaza dardakirinê da."
Celal Hecî Zewarê xebatkarê Saziya Hewa-Fezayê ya Wezareta Parastina Îranê bi hinceta sîxuriya CIAyê kiriye di 22yê hezîranê da hatibû dardakirin.