Önder Beyter
03 Adar 2019•Rojanekirin: 04 Adar 2019
Li Nîjeryayê ku li Afrîkaya Rojava welatek e, di êrîşa biçek a kesên nenas da 29 kes hatin kuştin.
Berdevkê Ewlekariya Zamfarayê Muhammad Shehu di daxuyaniya xwe da diyar kir ku kesên çekdar roja pêncşemê êrîşî gundê Kawaye kiribûn. Ji kesên ku di êrîşê da birîndar bûbûn 16 jê jî mirin û bi vê hejmara kuştiyan derket 29an.
Shehu diyar kiribû ku piştî êrîşî li gorî encamên ewil, 13 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn. Herwiha Shehu gotibû ku 40 kes jî hatin revandin.
Li herêmê car caran cotkar bi şivan û gavanan ra bi hev diçin. Fulaniyên ku ji bo çêrandina ajelên xwe koçî aliyê başûr ê welêt kirine, îdia dikin ku cotkar êrîşî wan dikin û hewil didin ku ajelên wan bidizin.
Kesên çekdar jî keysa xwe li van pevçûnan tînin û êrîşan dikin û gelê herêmê dîl digirin.