Türkan Tosun
03 Adar 2019•Rojanekirin: 03 Adar 2019
Li Louîsîanaya eyaleta Amerîkayê wesayîtek kete nava qerabalixê 2 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçeyên çapemeniya welêt polêsan ragihandin li bajarê New Orleansê li ser kolana Esplanadeyê wesayîtek kete nava qerabalixê, 2 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Rayedaran daxuyand ku birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Hat gotin şofêrê wesayîtê hatiye binçavkirin, der barê bûyerê da jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.