Sevim Hatun
16 Tebax 2017•Rojanekirin: 16 Tebax 2017
FONSECA
Li Kolombiyayê şerê 52 sal in dewam dikir, qediya.
Li Pondoresê ji 8 hezarî zêdetir çekên Hêzên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) li komyonê bar kirin. Piştî kamyona dawîn a çekan bi rê ket merasim hat çêkirin.
Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos di çarçoveya merasimê de axivî û got ku FARCê çekên xwe yên dawîn jî teslîm kirin, şerê 52 sal bûn dewam dikir bi dawî bû. Santos got: "Me îro nefesa dawî ya şer bihîst."
Di navbera hikûmeta Kolombiya û FARCê de peyman hatibû çêkirin, li ser peymanê di 1ê Adarê de çekdanînê dest pê kiribû. FARCê di 17ê Adarê de 140 çekên xwe danîbû, herwiha piştî şerê ku ji 50 salî zêdetir e dewam dikir ev cara ewil bû çek danîbû.
Serjimara Kolombiyaya yek ji welatên Amerîkaya Latîn e ji 48 milyonî zêdetir e. Di şerê navxweyî yê li Kolombiyayê ku ji nîv sedsalê bêtir kişandibû de nêzî 260 hezarî însan miribûn. Ji ber şer ji 6 milyonî zehftir însan jî koç kiribû.