ÎSLAMABAD
Hat ragihandin ku li Qûettaya bajarê Pakistanê bombeya ku di motorsîkleta li ber derê loqanteyekê hatibû parkkirin, bi qûmandayê hat teqandin û di teqînê de li gor tesbîtên ewil herî kêm 30 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin li Qûettaya paytextê eyalata Belûcistana ku dikeve başûrê rojavayê welêt, teqîneke mezin çêbû. Teqîn li Kolana Prens ya ku yek ji herêmên qerebalix e, çêbû û di lêkolînên ewil ên ku piştî teqînê hatin kirin de derket holê ku bombeya li ser motorsîkleteke ku berê li ber derê loqanteyêkê hatibû parkkirin, hatiye teqandin.
Di teqînê de li got tesbîtên ewil herî kêm 30 kes birîndar bûn.
Heta niha tu kesî berpirsyariya êrîşê hilneda stûyê xwe.
Li Pakistanê hefteya borî milîtanên Talîbanê li Peşawerê êrîşî dibistanekê kiribûn û di raserê de 134 zarok bi tevahî 150 kes miribûn. Belûcistan ji sedî 44ê Pakistanê pêk tê û ji aliyê gaza sirûştî û kanên zêr ve dewlemend e. Milîtanên Belûc jî ev çendî çend sal in ku li eyaleta Belûcistanê ji bo serxwebûnê êrîşan dikin.