Haydar Şahin
18 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2018
ANKARA
Hernan Darîo Gomezê direktorê teknîkî yê Taxima Fitbolê ya Neteweyî ya Panamayê ji wezifeya xwe îstifa kir.
Di daxuyaniya Federasyona Fitbolê ya Panamayê da hat diyarkirin ku îstifaya Gomezê 62 salî yê ji Kolombiyayê hat qebûlkirin.
Panama di dîroka xwe da cara ewil di rêveberiya Gomez da beşdarî Kupaya Dinyayê ya FÎFA 2018an bibû û di asta koman da xatirê xwe ji turnuvayê xwestibû.
Gomez di sala 1998an da Kolombiya, di sala 2002yan da jî Ekvador derxistibû Kupaya Dinyayê. Li bendê ne Gomez dîsa derbasî serê Ekvadorê bibe.