Türkan Tosun
18 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2018
KERKÛK
Li Kerkûka bajarê Iraqê li hember hêzên ewlehiyê êrîşeke bibombe hat kirin, fermandarekî alayê di êrîşê da hat kuştin.
Albay Hemîd el-Ubeydiyê ku di Midûriya Ewlehiya Kerkûkê da wezîfedar e ji nûçegîhanê AAyê ra daxuyand li navçeya Dakukê ya 45 kîlomêtro dûrî Kerkûkê ye li hember hêzên ewlehiyê yên girêdayî Teşkîlata Polêsan a Îttîhadiyeyê êrîşeke bibombe hat kirin, Fermandarê Alaya 1emîn ê Tugaya 16emîn di êrîşê da hat kuştin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî di çileya pêşîn a 2017an de daxuyandibû hebûna DEAŞa rêxistina terorê ya li welêt piştî 3 salan qediyaye. Lê hin endamên rêxistinê yên veşartî hin caran li Iraqê êrîşên terorê dikin.