Önder Beyter
19 Mijdar 2017•Rojanekirin: 20 Mijdar 2017
PARÎS
Li banliyoya Sarcelles a Parîsa paytexta Fransayê, polêsekî 3 kesên ku tê diyarkirin xezûr û cîranên wî ne, kuştin û dû ra gule berda xwe.
Bûyer li banliyoya Sarcelles a li bakurê Parîsê ber bi nîvê şevê qewimî.
Li gorî nûçeya rojnameya Le Parisien, polês bi demançeya xwe ya peywirê pêşiyê gule berda xezûr û xwesiya xwe û paşê jî berê xwe da cîranên ku xwestin bibin navçîn.
Hat ragihandin, ekîbên alîkariya pêşîn ên ku hatin ciyê bûyerê li hundir rastî bedenê bêgiyan ê xezûr hatin û herwiha midaxaleyî xwesiya ku bi awayekî xedar birîndar bûbû, kirin. Hat destnîşankirin ku bedenê bêgiyan ê cîranekî di hundirê wesayîtê da dîtin, bedenê bêgiyan ê cîranekî din jî li rexê wesayîtê dîtin.
Hat gotin, polêsê ku li Ewlekariya Parîsê peywirdar e paşê li baxçeyê heman xaniyî dawî li jiyana xwe anî.
Lêpirsîna der barê bûyerê da berdewam e.