Türkan Tosun
10 Nîsan 2018•Rojanekirin: 10 Nîsan 2018
WASHINGTON
Hat ragihandin Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) wê hin alternatîfên eskerî pêşkêşî Serokê Amerîkayê Donald Trump bike ku Trump bikaribe der barê êrîşa kîmyayî ya rejima Esed li Dumaya Sûriyeyê kir de biryareke bersivdayînê bide.
Berdevkê Sererkaniya Amerîkayê Albay Patrîck Ryder ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand Sererkan Orgeneral Joseph Dunford hin alternatîf pêşkêşî Trump kirine, lê ew niha nikare der barê van de agahiyan bide.
Ryder ji bo êrîşa kîmyayî de wiha got: "Dîmenên ku me di televîzyonê de dîtin pir xerab in. Em teqez li ser (alternatîfa eskerî) difikirin. Heke em bersivekî bidin divê ev ji kîjan alternatîfê pêk bê, ezê der barê vê de neaxivim. Wezîfeya me ew e ku em alternatîfan pêşkêşî Serok bikin."
Erîc Pahonê yek ji berdevkê Pentagonê ye jî got him alternatîfên dîplomatîk û hîm jî yên eskerî li ser maseyê ne û heta Trump biryarê nede ew nikare der barê hûrgiliyan de biaxive."
Piştî êrîşa li Dumayê Trump got ewê di nav 24-48 saetan de biryarekê bide. Ev daxuyanî bû sedema hîn şîroveyan.
Hat gotin Amerîka wê êrîşî rejima Sûriyeyê bike, lê ji ber ku Trump bi serokên Fransa, Îngiltere û welatên din ra axivî Amerîka wê bi tena serê xwe vê êrîşê neke.
Ji bilî vê keştiya Amerîkayê ya bi bi navê USS Donald Cook ji ber ku Bendergeha Larnakayê ya Qibrîsa Başûr veqetiya, hinekan îdia kir ew 100 kîlomêtro nêzîkî Tartusê bûye.
Hat îdiakirin balafirên Rûsyayê çar caran nizim firîne û keştî tacîz kirine.
Rayedarên Sererkaniyê pirsên der barê keştiyê de nebersivandin.