Nihat Kavşut
12 Îlon 2017•Rojanekirin: 12 Îlon 2017
WASHINGTON
Li DYAyê di salvegera 16emîn a êrîşên 11ê Îlonê da li Wezareta Parastinê (Pentagon) merasima bibîranînê hat lidarxistin.
Merasima bibîranînê li paytext Washingtonê hat kirin û ji xeynî Donald Trump û Melanie Trumpa xanima wî James Mattisê Wezîrê Parastinê û Joseph Dunfordê Sererkan beşdar bûn.
Li DYAyê di êrîşên terorê yên di 11ê Îlona 2001an da 4 balafir hatibûn revandin û 2 balafir li Cêwîbircan ketibûn. Ji balafirên hatibûn revandin balafirek li Washingtonê êrîşî Pentagonê kiribû û balafira dawîn jî bi destê F-16yan li dorbera Pensilvanyayê anîbûn xwarê.
Di êrîşan da li Cêwîbircan 2 hezar û 606 kes, li Pentagonê 125 kes û di balafirên hatin revandin da jî 246 kes miribûn. Di êrîşan da tevî 19 terorîstan 2 hezar û 996 kes hatibûn kuştin.