Nihat Kavşut,Haydar Şahin
10 Hezîran 2017•Rojanekirin: 12 Hezîran 2017
DOHA
Xwarin û xurekên ji Tirkiyeyê bi balafirên kargoyê hatin şandin gihîştin Qeterê.
Di serî da Erebistana Siûdî piştî hin dewletên ereban ambargoya siyasî û aboriyê danîn ser Qeterê ji Tirkiyeyê xwarin û xurek diçin Qeterê.
Xwarin û xurekên ji Tirkiyeyê hatin şandin li dikan û markêtan tên firotin û li ser wan dinivîse "Ji Tirkiyeyê bi balafiran hatine şandin."
Markêta bi navê Al Meerayê ya li Dohayê wêneyên xwarin û xurekên ji Tirkiyey hatine şandin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşand û li ser vê xelkê eleqeyeke mezin nîşanî xwarin û xurekên Tirkiyeyê dan.
Xebatkarên markêtê daxuyanî dan nûçegihanê AAyê û destnîşankirin piştî li ser medyayê belav bû welatÎ eleqeyeke mezin nîşan didi.
Di van weşanan da wêneyên xurekên ku ji Tirkiyeyê birine Qeterê yên li markêtan jî hatin parvekirin. Gelek markêtên li Qeterê jî bi heman awayî xurekên Tirkiyeyê li teregên xwe rêz kirin.
Hat dîtin ku gelek welatiyên Qeterê jî heman wêne di hesabên xwe yên medyaya civakî da pare vekirin.
"Xurekên Tirkiyeyê dikirin Elhemdulîllah"
Suheyl Awadê parêzer ê welatiyê Qeterê piştî danûstandina li markêtê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Li Qeterê her tiş di rêya xwe da ye. Em xurekên Tirkiyeyê dikirin Elhemdulîllah. Di saya vê da kurê min ew êcara ewil şîrê ku ji Tirkiyeyê hatiye vexwe.""
Awad got ji destpêka qirîz vir da baweriya wî hebû ku rêveberiya Qeterê ew ê di demeke kin da vê çareser bike, der barê piştgiriya ku Tirkiye dide Qeterê da jî got, "Têkilya ku dibê di navbera welatan hebe ev e. Hêviya min ew e ku welatên ereban jî têkiliyên wiha daynin."