16 Sibat 2017•Rojanekirin: 16 Sibat 2017
LEFKOŞA
Mustafa Akinciyê Serokomarê Qibrisê destnîşan kir, di hevdîtina serokan a der barê mizakereyên Qibrisê da Nîcos Anastasîadîsê serokê rûm bi hêrs got "Tiştekî bibêjim tuneye" û derket çû.
Mustafa Akinciyê Serokomarê Qibrisê destnîşan kir, di hevdîtina serokan a der barê mizakereyên Qibrisê da Nîcos Anastasîadîsê serokê rûm bi hêrs got "Tiştekî bibêjim tuneye" û derket çû.
Akinci û Anastasîadîs ji bo meseleya Qibrîsê di çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) da li Ofîsa Misyonê ya NYê qederê saetek xeberdan.
Mustafa Akinci piştî hevdîtinê daxuyanî da rojnamevanan û wiah got: "Piştî xeberdana Anastasîadîs qediya, Espen Barth Eideyê Şêwirmendê Taybet ê Qibrisê yê NYê axivî. Wexta Espen Barth Eide destnîşan dikir divê hişmendî were rastkirin serokê rûm bi hêrs got 'Tiştekî bibêjim tuneye' û derket çû. Derî jî bihêrs girt. Wê hingê tiştekî bikin em bikin nema."
Akinci diyar kir berê serokê rûm helwestên wiha nîşan da û wiha dewam kir: "Ev navê tolerekirin. Ji bo dewamkirina civînê şertê girîng ew e siyanetê nîşanî yên li wir in bide. Rêyeke din tuneye. Ew nebe civîn jî dewam nake."
Akinciyê Serokomarê Qibrisê der barê helwesta Anastasîadîsê serokê rûm a di hevdîtina serokan da wiha got: "Di destê wî da ye deriyê girt, cardin veke."