16 Sibat 2017•Rojanekirin: 17 Sibat 2017
MÛSIL
Hat ragihandin li Mûsila Iraqê di operasyonên hêzên koalîsyona navneteweyî yên li dijî DEAŞa rêxistina terorê da tevî kesê qaşo waliyê Mûsilê yê rêxistinê hin serkirdeyên DEAŞê hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya Tora Medyaya Şer a Wezareta Parastina Iraqê hêzên koalîsyonê operasyon birin ser taxa 17ê Tîrmehê û di operasyona esmanî da tevî Hamid Ehmed Îbrahîmê qaşo waliyê Mûsilê yê rêxistinê Hamadî Ehmed Sumaq û Ebû Xeldûnê serkirdeyên DEAŞê hatin kuştin.
Hat destnîşankirin li Seracxaneya li rojavayê Mûsilê jî di êrîşa li dijî wesaîtekê da Ebû Mahayê berpirsiyarê îstixbarata Nînowayê û rayedarekî pê ra hatin kuştin.