Li Qraliyeta Yekbûyî piştî hilbijartinên giştî yên ku hefteya borî hatin kirin serokê Partiya Muhafazakar û Serokwezîr David Cameron kabîne ava kir.
Li Qraliyeta Yekbûyî piştî hilbijartina giştî ya ku Partiya Muhafazakar 331 parlementer derxistin û tenê serê xwe bûn îqtidar, Serokwezîr David Cameron ji ser navnîşane xwe ya Twitterê kesên ku dê di kabîneyê de cî bigirin eşkere kir. Jimara wezîrên jin ên di kabîneyê de bi taybetî bal kişand.
Dan zanîn ku heke peywira wezîrtiyê nedin Borîs Johnsona Şaredarê Londonê yê ku ji herêma Ruislipa Başûr ji Partiya Muhafazakar bû parlementer jî dê Johnson di kabîneyê de cî bigire û beşdarî civînan bibe. Tê payîn ku Borîs Johnson heta hilbijartina serokatiya şaredariya Londonê ya ku dê sala bê bê kirin, her du peywiran jî bi hev re bike. Johnsonê 50 salî ji sala 2008an heta niha Şaredarê Londonê ye. Tê texmînkirin piştî ku Johnson sala bê dev ji şaredariyê berda li kabîneyê peywirdar be.
Navê wezîrên ji Partiya Muhafazakar ên ku ji heftaya borî heta niha hatine eşkerekirin û dê di kabîneyê de cî bigirin wiha ne:
Serokwezîr David Cameron
Wezîrê Darayiyê George Osborne
Wezîrê Karên Derve Philip Hammond
Wezîrê Parastinê Michael Fallon
Wezîra Karên Navxweyî Theresa May
Wezîrê Edaletê Michael Gove
Wezîra Perwerde, Jin û Wekheviyan Nicky Morgan
Wezîrê Kar, Nûgerî û Qabiliyetan Sajid Javid
Wezîra Vejen û Guherînên Îqlimê Amber Rudd
Wezîrê Çand, Çapemenî û Werzîşê John Whittingdale
Wezîra Pêşketina Neteweyî Justine Greening
Wezîrê Tenduristiyê Jeremy Hunt
Wezîrê Xebat û Teqawîdiyê Iain Duncan Smith
Wezîra Hawirdor û Xurekê Liz Truss
Wezîrê Ragihanê Patrick McLoughlin
Wezîrê Civak û Birêvebiriyên Herêmî Greg Clark
Wezîrê Îskoçyayê David Mundell
Wezîra Îrlandaya Bakur Theresa Villiers
Wezîrê Gallerê Stephen Crabb
Serokê Kamaraya Avam Chris Grayling
Seroka Kamaraya Lordan Tina Stowell
"Chief Whip"ê ku di nav partiyê de di çarçoveya biryarên serokatiyê de tevgerînê kontrol dike; Mark Harper
Qraliyeta Yekbûyî hefteya borî hilbijartinên giştî hatin kirin û di hilbijartinê de Partiya Muhafazakar a di bin serokatiya David Cameron de bi ser ket. Muhafazakaran 331 parlementer derxistin û tenê serê xwe bûn îqtidar. Di encama hilbijartinê de gelek dengên Partiya Kedkaran kêm bûn û serokên Partiya Demokrat a Lîberal û Partiya Serxwebûna Qraliyeta Yekbûyî jî îstifa kirin.