Türkan Tosun
20 Sibat 2020•Rojanekirin: 21 Sibat 2020
Li Tûnisê Îlyas el-Fahfahê ji bo avakirina hikûmetê hatibû wezîfedarkirin kabîneya nû eşkere kir.
Fahfah lîsteya kabîneya nû li Qesra Kartacayê pêşkeşî Serokomar Qeys Seîd kir û paşê daxuyanî da çapemeniyê.
Fahfah got kabîneya nû ji 30 wezîran û 2 katibên dewletê pêk tê û ji koalîsyoneke berfireh hatiye avakirin.
Fahfah anî ziman avakirina kabîneyê zehmet bû, lê di kabîneyê da kesên durist, pêbawer û yên ji partiyên siyasî hene ev jî hêviyeke nû dide gel.
Lîsteya kabîneya nû ya Fahfah wiha ye:
1- Wezîrê Edaletê Sureyya el-Cerîbî
2- Wezîrê Karên Navxweyî Hîşam el-Meşîşî
3- Wezîrê Parastinê Imad el-Hazekî
4- Wezîrê Karên Derva Nuredîn er-Ray
5- Wezîrê Darayiyê Mihemed Nizar Yaîş
6- Wezîrê Emlaqa Dewletê û Karên Gayrimenkulê Xazî eş-Şewaşî
7- Wezîrê Pêşketin, Veberhênan û Hevkariya Navneteweyî Mihemed Selîm el-Ezabî
8- Wezîrê Perwerdeya Pîşeyê û Xebatê Fethî Bîlhac
9- Wezîrê Karên Civakî El-Hebîb el-Keşu
10 - Wezîrê Gihandin û Berpirsyarê Lojîstikê Enver Maruf
11- Wezîrê Dewletê yê Ji Karên Herêmî Berpirsyar e Lutfî Zeytûn
12 - Wezîrê Çandiniyê Ûsame el-Haricî
13 - Wezîrê Pîşesaziyê Salih bîn Yusif
14 - Wezîrê Vejen û Madenê Muncî Merzuk
15 - Wezîrê Turîzmê Mihemed Elî et-Tumî
16 - Wezîrê Bazirganiyê Mihemed el-Meslînî
17 - Wezîrê Hawîrdorê Şukrî Bîlhasen
18 - Wezîrê Ragihandinê Mihemed Fadil Kerîm
19 - Wezîrê Îskanê Munsîf el-Sileytî
20 - Wezîrê Karê Dînê Ehmed Ezum
21 - Wezîra Jin, Malbat û Zarokan Esma es-Suheyrî
22 - Wezîrê Tenduristiyê Ebbdullatîf el-Mekkî
23 - Wezîrê Perwerdeya Bilind û Lêkolîna Zanistî Selîm Şura
24 - Wezîrê Perwerdeyê Mihemed el-Hemîdî
25 - Wezîrê Werziş û Ciwaniyê Ehmed Kalul
26 - Wezîrê Çandê Şîraz el-Uteyrî
27 - Wezîrê Dewletê yê Ji Têkoşîna Dijî Gendelî û Xizmeta Kamuyê Berpirsyar e yê Di Bin Banê Serokwezîr Da Mihemed Abbu
28 - Wezîrê Dewletê yê Ji Mafên Mirovan, Şaxên Qanûna Bingehîn û Têkiliyên Civaka Sivîl Berpirsyar e El-Ayyalî el-Humamî
29 - Wezîrê Dewletê yê Di Bin Banê Serokwezîr Da Ji Têkiliyên Bi Parlamentoyê Ra Berpirsyar e Elî el-Hafsî
30 - Katiba Wezîrê Karên Derva Selma en-Neyfer
31 - Katibê Dewletê yê Çandiniyê yê Ji Karên Avê Berpirsyar e Akise el-Bahri
32 - Wezîrê Dewletê yê Di Bin Banê Serokwezîr Da ji Projeyên Mezin Berpirsyar e Lubna el-Cerîbî