Abdullah Tel
21 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2017
QUDS
Hêzên Îsraîlê li Ras el-Amûda herêma ser Qudsa Rojhilat a dagirkirî piştî nimêja înê mudaxaleyî cimaetê kirin û di bûyeran da 3 filîstînî hatin kuştin.
Di daxuyaniya Wezareta Tendûristiyê ya Filistînê ku der barê bûyerê weşand da wiha hat gotin: "Di bûyerên li herma Ras el-Amûdê qewimîn da Filistîniyekî ku derbe li serî ketibû şehîd ket."
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan ciwanê Filistînî ne bi destê polêsan, bi destê niştecihên cihû yên li herêmê ne va hat kuştin.
Li gor daxuyaniya îdareya Nexweşxaneya El Meqasidê ku li Qudisa Rojhilat e, gencekî 17 salî yê ku di mudaxeleya hêzên Îsraîlê de birîndar bûbû canê xwe ji dest da.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filîstînê jî li Taxa Ebû Diys filîstîniyekî canê xwe ji dest da.
Berdevkiya Polêsê Îsraîlê jî ragihand ku di bûyerên herêma Tûrê de gencekî filîstînî hat kuştin.
Heta niha di bûyeran de 193 kes birîndar bûn.
Ji hêla din va jî bûyerên ku piştî nimêja îniyê ji ber mudaxaleya polêsên Îsraîlê li Qudsê destpêkiribûn jî bi piranî sekinîn. Tê dîtin ku di kuçe û kolanên Qudsê da bêdengî heye lê bûyerên li Şerîaya Rojavaya dagirkirî didomin.
Îsraîl bi wesîleya dedektorên metal ên bi deriyên Mescîda Eqsayê kir va dixwaze kontrola Harema Şerîf a niha di destê Weqfa Eqsayê da ye hilde bin kontrola xwe. Gelê Filistînê bawer dike ku ew dedektor ne bi mebesta ewlehiyê berevajiyê vê ew ji bo serdestiya li ser Mescîda Eqsayê hatine danîn. Filistînî dibêjin ev gava ku Îsraîlê bêyî şêwra bi Weqfa Eqsayê ra yekalî avêt dema bê qebûlkirin wê gavên ji vê pêşdatir wê bên. Ji ber vê jî Filistînî radigihînin bi van kirinan Mescîda Eqsayê him wek mekan û him jî bi wext wê ji wan bê stendin û radestî cihûyan bê kirin.