Haydar Şahin
21 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2017
QUDIS
Polêsên Îsraîlê midaxeleyî cimaeta ku li kuçeyên Qudsê nimêja înê dikirin kir.
Piştî midaxeleya ku li rêyên Mescîda Eqsayê û li hin ciyên Qudsê kirin her alî vegeriya rasta şer.
Polêsên Îsraîlê bi fîşengên pilastîk, bombeya deng û xaza rondikrêj va midaxele kirin û bi dehan kes birîndar ketin. Ciwanên Filistînê jî wesayîtên sergo şewitandin û bi keviran bersiv dan polêsan.
Li Qudsa Rojhilat a dagirkirî polêsan bi taybetî midaxeleyî cimaetên li Kolana Selaheddîn, Wadî el-Coz, Ras el-Amûd û Deriyê Esbat û Deriyê Meclisê yên Mescîda Eqsayê kirin.
Li kuçeyên bajêr dengê ambulansan û yê pevçûnê tevî hev bû û qerebalixî dewam dike.
Ciwanên Filistînê dixebitin ku bi keviran bersivê bidin midaxeleya polêsên Îsraîlê. Hîva Sor a Filistînê diyar kir ku bi dehan birîndar hene û birîndaran derman dikin.
Di daxuyaniya nivîskî ya berdevkiya polêsên Îsraîlê da hat diyarkirin ku li Kolana Selaheddîn û Ras el-Amûdê midaxeleyî "Filistîniyên ku keviran diavêjin" kirin.
Firokeyên polêsan her tim li ser Qudsê difirin.