22 Tebax 2017•Rojanekirin: 22 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Li bakurê Sûriyeyê ji ber êrîşên li ser Reqaya di destê DEAŞa rêxistina terorê da di nav 24 saetan da 78 sivîl hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya "Reqa Bi Bêdengî Tê Qetilkirin" ya koma aktivîstan li ser medyaya civakî belav kir koalîsyona di serkêşiya DYAyê da bi êrîşên esmanî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ya ji PKK/PYDya rêxistina terorê pêk tê bi topan êrîş dikin û ji ber êrîşan di 24 saetan da 78 sivîl hatin kuştin.
Hatibû ragihandin operasyon di pêşengiya DYAyê da 6ê hezîranê dijî Reqayê dest pê kiriye.
Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê dawiya meha tîrmehê ragihandibû ku sala par ji destpêka meha kanûnê heta meha tîrmehê di êrîşên dijî Reqayê da 308 jê zarok û 203 jê jin herî kêm hezar û 400 sivîl hatine kuştin.
Ji ber êrîşên koalîsyonê û PKK/PYDyê yên dijî DEAŞê li Reqayê qederê 450 hezar kes ji cî û warê xwe bûn û ji ber pevçûnan qederê 30 hezar kes jî mehsûr mane.