Piştî ku koalîsyona ji 8 dewletên ereban pêk tê û serkêşiya wan Erebistana Siûdî dike, li Yêmenê bi navê "Bahoza Biryardariyê" operasyona hewayî da destpêkirin, çavê dinyayê li Yêmenê ye.
Koalîsyona 8 dewletên ereban a ku ji Emîrtiyên Yekbûyî yên Ereban, Qetar, Behreyn, Ûrdin, Sûdan, Kuweyt û Fasê pêk tê û serkêşiya wan Erebistana Siûdî dike, li dijî hûsiyan operasyona hewayî dabû destpêkirin. Misir û Pakistanê jî daxuyanî dan û destnîşan kirin dibe ku piştgiriyê bidin operasyonê.
Di operasyona bi navê "Bahoza Biryardariyê" da li dijî Tevgera Hûsî Ensarûllah ku Îran piştgiriyê dide wan û li dijî baregehên leşkerî yên Elî Evdila Salih operasyon hatin kirin. Koalîsyon dixwaze pêşvaçûna Îranê ya li Yêmenê bide sekinandin.
- Sedema sereke Bab'ul Mendeb e
Tê gotin piştî ku îlona sala par pêşvaçûna hûsiyan zêde bû û operasyon hat rojevê. Lê sedema sereke ya şerê Erebistana Siûdî û Îranê ya li Yêmenê Korfeza Bab'ul Mendebê ye. Ji ber berjewendiyên Îranê yên li ser Bab'ul Mendebê operasyon çêbû.
- Ji sedî 8ê nefta dinyayê ya ku bi keştiyan tê kişandin ji vir ra derbas dibe.
Bab'ul Mendeb Behra Sor û Korfeza Adenê bi hev va girêdide û digel vê Nîvgirava Ereban û Afrîkayê jî ji hev diqetîne. Di salekê da ji sedî 8ê nefta dinyayê ya ku bi keştiyan tê kişandin ji vir ra derbas dibe.
Bab'ul Mendeb tê meneya "Deriyê Xemê" û yek ji rêyên herî muhim ya ticaretê tê qebûlkirin. Ji ber ku hûsî li başûrê welêt pêşva diçûn operasyonê dest pê kir. Yekîneyên ku girêdayî Elî Evdila Salih in di hedefa operasyonê da ne. Tê îdiakirin ku Salih di dema operasyonan da ji Sanayê çûye dereke ewle.
- Operasyonê çawa dest pê kir
Li Yêmenê bi bandora Hişyarbûna Ereban di sala 2011an da li hember Elî Evdila Salihê ku 33 sal serokomarê rejimê bû serhildana gel dest pê kir. Di encama serhildana ku di serkêşiya Teşkîlata Birayên Misilman da dest pê kir û nêzî salekê dewam kir da Salih desthilatdariya xwe dewrî alîkarê xwe Ebdurabbu Mensur Hadî kir.
Di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û Konseya Yekîtiya Korfezê da pêvajoya derbasbûnê ku 2 sal ajot û di serkêşiya Hadî da dewam kir. Di îlona 2014an da milîtanên Tevgera Hûsî Ensarullah bi çekên giran ketin paytext Sanayê û di 3 rojan da zeft kirin.
Bi vê midaxeleya leşkerî ku wek "derbe" tê binavkirin, ber bi bajarên wek Hudeyde, Îbb û El Beydayê va çûn. Serokomar Hadî ji avahiya xwe ya ku ji hêla milîtanên hûsiyan va hatibû dorpêçkirin xelas bûbû û derbasî Adenê bûbû.
Piştî ku Hadî ji bajarên derdora Adenê, qebîle, waliyên herêmê û Komîteya Gel a Başûr a çekdar piştgirî hilda, hûsiyan berê xwe da Adenê. Hûsiyan pêşiyê hêzên xwe yên çekdar şandin Taîzê û peyra bajarên wek Dalî û Lahîcê hildan. Cebilxane û wesaîtên leşkerî yên li baregeha el-Anedê ya li Lahîcê ketin destê milîsên li başûr. Hûsî bêyî ku şer bikin hin herêmên Adenê zeft kirin.
Li Adenê rageşiyê hê dewam dikir Balyozê Washingtonê yê Erebistana Siûdî Edîl el-Cubeyr, li DYAyê daxuyanî da û di daxuyaniya xwe da diyar kir ku operasyonê di saet 19.00î da (li gor saeta Tirkiyeyê 01.00) dest pê kir. Cubeyr destnîşan kir ku hûsî tim tundiyê wek rêbaz diceribînin û got ku ji bo parastina gelê Yêmenê û hikûmeta meşrû çi ji destê me were em ê texsîr nekin.
Cubeyr diyar kiribû ku hin dewletên Korfezê û 10 dewlet piştgiriyê didin operasyonê û gotibû li ser daxwaza Serokomar Ebdurabbu Mensur Hadî dest bi operasyonê kirine.
Li ser pêşvaçûna hûsiyan a li Adenê Serokomarê Yêmenê Hadî ji avahiya xwe ya li bajêr çûbû û ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û dewletên ereban ra name şandibû û ji bo pêşîlibergirtinê midaxeleya leşkerî jî tê da daxwaz kiribû ku tevdîr bên hildan.
- Îran: "Em piştgiriya hûsiyan dikin"
Şêwirmendê Têkiliyên Navneteweyî yê Ayetullah Elî Xamaney Elî Ekber Welayetî destnîşan kiribû ku alîkariya hûsiyên li Yêmenê dikin.
Welayetî bi bîr xist ku Hizbûllah li hember talûkeyên li hember welêt li gel artêşa Libnanê cî girt û wiha got: "Ez hêvî dikim ku çawa Hizbûllahê rolek li Libnanê pêk anî, Ensarullahê jî li Yêmenê heman tiştî bike."
- Tevgera Hûsî Ensarullah û Îranê di heman rêyê da ne
Tê gotin ku serkêşên tevgerê di salên 80yî da ji ber perwerdeya ku li Îran û Libnanê dîtin, ji tevgerên sunî û zeydî yên li Yêmenê veqetiyan û wek Îranê di rêya 12 Îmamên şiî da dimeşin.
Hûsî rêveberiya demokratîk û pirdengî red dikin û dibêjin divê meşrûiyeta dewletê di destê rêvebirên ku ji neslê Hz. Mihemed tên da be. Hûsî dixwazin ku dewleta "meleyan" ava bikin û dişibe "Welayetî Faqih" ku piştî şoreşa 1979an li Îranê pêk hat. Li gor analîstên ji Yêmenê bi rêveberiya Îranê ra hereket dikin û dişibin Hizbûllaha Libnanê.