Abdullah Tel
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 16 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Li Tirkiyeyê Remezanê dest pê kir û milet duh niyeta xwe anî û îro jî bi rojî ne lê li 17 welatên Ereban rojî sibê dest pê dike.
Li deverên hê rojiyê dest pê nekiriye li gor parvekirinên saziyên hiqûqa Îslamî û nîqaşên li ser xuyakirin û nexuyakirina hîvê, biryar tê dayîn.
Di vê çarçovêyê da li rebistana Siûdî, Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Behreyn, Kuweyt, Uman, Yêmen, Iraq, Urdin, Filistîn, Libnan, Suriye, Misir, Sûdan, Libya, Tûnis û Cezayirê Remezan roja pêncşemê (sibê) dest pê dike û welatiyên li wan welatan nimêja terawîhê ya ewil wê îşev bikin.
Di daxuyaniya Dadgeha Bilind a Erebistana Siûdî da hat gotin ku meha remezanê roja pêncşemê dest pê dike.
Miftiyê Quds û Filistînê Şêx Mihemed Hiseyîn jî daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku li esman hîvê xuya nekir û ji ber vê jî meha şebanê îro (çarşem) bi dawî dibe û meha remezanê jî sibê dest pê dike.
Miftiyê Urdinê Hiseyîn Halayle, lijneyên Çavdêriya Hîvê ya Qeterê û saziyên dînî yên li welatên Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Behreyn, Kuweyt, Uman, Yêmen, Iraq, Libnan, Suriye, Misir, Sûdan, Libya, Tûnis û Cezayirê jî ragihandin ku roja ewil a meha remezanê roja pêncşemê (sibê) ye.
- Cihêtî ji ber çi diqewime?
Di hiqûqa Îslamê da sal li gor tevgerên hîvê tê eşkerekirin û salnameya hîvê tê emilandin. Meha Remezanê jî ji ber vê salnameyê her sal diguhere û ji bo ku dest bi rojiyê bê kirin divê ewil destpêka mehê bê eşkerekirin. Di fiqha Îslamê da ji bo tespîtkirina hîvê du nêrîn hene. Di eşkerekirina serê mehê da nêrînek ew e ku divê hîva serê mehê bi çavan bê dîtin û nêrîna din jî hesab û pîvandinên zanistî qebûl dike.
Hin welat dibêjin ku heke hîv li welatê wan xuya neke ew dest bi rojiyê nakin lê hin welat jî berevajiyê vê hîv lê kê dera dinyayê (îxtilafi metalî) derbikeve wê rojê destpêka Meha Remezanê dihesibînin û Tirkiye jî yek ji wan welatan e.