Fatih Gazioğlu
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 16 Gulan 2018
DIYARBAKIR
Li Diyarbekir, Mêrdîn, Sêrt û Şirnexê nimêja terawîhê ya ewil hat kirin.
Li Sûra navçeya Diyarbekirê welatiyan nimêja terawîhê ya ewil li Mizgefta Mezin kirin. Gelek welatî hatin nimêjê. Ji bilî zilaman gelek jin û zarok jî hatin mizgeftê û dia kirin.
Ji welatiyan Abdurrahman Yildirim got ku wan ji bo Filistîniyan jî dia kir û wiha got: "Meha Remezanê bila ser xêrê be. Me bona ku zilma li Qudsê bilez biqede dia kir. Xwedê arîkarê hemû misilmên wê derê be."
- Şirnex
Li Şirnexê nimêja terawîhê ya ewil li Mizgefta Geylanî ya ku di êrîşên terorê zirar dîtibû û piştra hatibû temîrkirin, hat kirin.
Welatiyan piştî nimêjê bona gelê Filistinê dia kir. Waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş jî beşdarî nimêjê bû meha Remezanê ya welatiyan pîroz kir.
- Mêrdîn
Welatiyên Mêrdînî jî ji bona nimêja terawîhê ya ewil li Mizgefta Şakir Nuhoglu kom bûn.
Ji welatiyan Mahmut Çirik got meha Remezanê ji hemû misilmana re bila ser xêrê be û wiha axivî: "Dewleta Îsraîlê niha êrîş dibe ser gelê Filistînê. Diayên me bi wan re ne. Xwedê arîkarê wan be."
- Sêrt
Meleyê Mizgefta Mezin Mehmet Nezir Obut got ku ew bi bereketa meha Remezanê gelekî kêfxweş in. Obut got ku meha Remezanê înşellah wê bibe wesîleya xêr û xweşiyan û wiha axivî:
"Heta ku meha Remezanê diqede em ê her roj muqabeleyan bikin. Piştî mimêja berêvarê em ê wez bidin. Piştî fitarê jî em ê nimêja xwe ya terawîhan bikin. Em ê bo gelê Filistînê jî her şev dia bikin."