ÎSTANBUL
Yekîtiya Mafên Mirovan ya Suriyê îdia kir ku derdora fermandariya tumena 3yan ya nêzî bajaroka Katîfeya paytext Şamê, kirine mezelên komî.
Li gorî rapora Yekîtiya Mafên Mirovan ya Suriyê, mensûbên Fermandariya Tumena 3yan, termên ku bi qemyonan tînin, bi hev re di mezelên komî de binax dikin.
Di raporê de tê diyarkirin ku rêyên ku nêzî herêmê hatine girtin û herêm weke goristana tumena 3yemîn tê binavkirin.
Di raporê de wiha tê gotin: "Buldozer di navbera qemyonên bi term barkirî de kortên mezin vedikin û nayê zanîn ka ev qamyonên termbarkirî ji kîjan herêmê tên. Li gorî welatiyên herêmê, li herêmê gelek mezelên komî yên ku bi hezaran term tê de çalkirî ne, hene.
Yekîtî, sucên hikûmeta Suriyê yên ku dijî welatiyên xwe dike, wekî "erjeng" bi nav kir û bi tundî şermezar kir.
Her wiha di raporê de hat gotin ku der heqê kesên ku hatine girtin û şandine girtîgehan de tu xeber nayên hildan, ev jî mirov dixe nav qisawetê. Ji bo rewşa 200 hezar kesên ku di bin talukeya mirinê de ne, diyar bibe bangî civaka navneteweyî kirin.
Yekîtiya Mafên Mirovan ya Suriyê îdia kir ku biryara mezelên komî yên ji aliyê Fermandarê tumena 3yemîn Tumgeneral Selîm Reşîd Berkat, Alîkarê Fermandar Tumgeneral Heysem Muhemed Alu, Serfermandar Tugneral Ahmed Hamuda, Alîkarê Serfermandar Tugeneral Adnan ÎsmaÎl, Tugeneral Cîhad Sultan, Tugeneral Ahmed Cuma, Sarheng Nezîh Şarabî, Serheng Îmad Îsmaîl, Serheng Mûnzîr Fatûm û Seheng Ahmed Mîkna ve hatiye dayîn.