Türkan Tosun
04 Nîsan 2019•Rojanekirin: 04 Nîsan 2019
Li Senegalê Serokomar Macky Sall ji ber Roja Serxwebûnê 1066 mehkum efû kir.
Li gor daxuaniya Wezareta Edaletê Serokomar Sall ji ber Roja Serxwebûnê ya 4 Nîsanê 1066 mehkumên ji ber sûcên adî û diziyê girtîne efû kir.
Li gor wê hemû sûcên girtiyan wê bên efûkirin, ji girtiyan 810 wê bên berdan û cezayê 223 kesan jî wê bê kêmkirin.
Di nav kesên hatine efûkirin da jê 7 zarok, 21 nexweşên giran, 2 kesên temenê wan ji 65an mezintir in û 3 kesên cezayê hepsê yê muebet hildane jî hene.
Senegal îro 59emîn salvegera serxwebûna xwe pîroz dike.