QAHÎRE
Hat ragihandin ku artêşa Misrê li Sînayê avêt ser 4 malên ku tê îdiakirin ku yên Rêxistina Birayên Misilman (Îxwan) e. Li gor agahiyên ewil di operasyonê de 13 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Artêşê Ehmed Muhammed Elî li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyand ku balafirên hêzên hewayê li herêma Eş-Şeyh Zûveyyîda Sînayê 4 malên Îxwanê bombebaran kirin. Di encamê de 13 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Îxwanê derbarê operasyonê de hê daxuyanî neda.