QAHÎRE
Serokomarê Misrê Muhemmed Mursî ji ber çalakiyên li Misrê dewam dikin bi Serokwezîr Hîşam Qendîl û wezîran re hevdîtin kir.
Li gor daxuyaniya Serokomariya Misrê, di hevdîtinê de rûdanên dawîn û çalakiyên komên li dijî hikûmetê hatiye nirxandin.
Di numayişan de heya niha hin avahiyên partiyan jî hatin şewitandin. Hat diyarkirin ku serkêşiya çalakiyan koma bi navê; "Bivirdar" dike.
Hat zanîn ku polêsan li ser mala Alîkarê Serokê Teşkîlata Birayên Misliman Hayrat Şatir de girtiye û 15 parêzkarên wî desteser kirine.
Arteşa Misrê 48 saet muhlet da
Li Misrê di pevçûnên di navbera dijber û alîgirên Mursî de heya niha 25 kes mirin û 781 kes jî birîndar bûn. Li ser vê Arteşa Misrê daxuyaniyek dabû û xwastibû ku hikumet guh bide daxwazên gel.
Arteşa Misrê duh 48 saet muhlet dabû herdu aliyan û diyar kiribû ku ger hikumet û komên muxalif li hev nekin dê ji bo çareserkirina qeyranê, digel hêzên neteweyî nexşerêya xwe diyar bike.
Wezîrê Parastinê Abdûlfettah es-Sîsî daxuyaniyek da televîzyona Misrê û diyar kir ku artêşê beriya niha jî hefteyek wext dabû hêzên siyasî. Wezîr Sîsî dest nîşan kir, ji bo ku îqtidar guh nade daxwazên gel yên mafdar, gel daketiye kuçe û kolanan û heke daxwazên gel neyên cih, artêş dê ya hewce bike.
Niyeta me ya tuneye ku em darbeyê bikin
Berdevkê Arteşa Misrê Ahmed Muhemmed Alî daxuyaniyeke nivîskî da û got: "Niyeta arteşê tuneye ku darbeyê bike."
Wezareta Karên Hundir jî diyar kir ku ji bo berjewendiyên Misir û gelê Misrê polês jî li pişt daxuyaniyên artêşê ye û her tim li bal wan e.
Serokê Amerîkayê Barack Obama jî der barê bûyeran de daxuyaniyek da û got: "Mursî bi awayekî demokratîk hat. Niha jî divê hikumet û Mursî rêza daxwazên komên muxalif bigrin."
Ji ber numayişên li Misrê Neteweyên Yekbûyî jî daxuyaniyek da û bi taybetî jî li ser mafên jinan sekinî.
Ji aliyê din ve Îsraîlê bangî welatiyên xwe yên li Misrê kir û ji wan xwast ku demildest ji Misrê derkevin.