ANKARA
Endamên daîmî yên LENYyê DYA, Îngilistan, Fransa, Rûsya û Çîn demeke dirêj bû li ser pêşnûmaya biryarê ya ku dê tunekirina çekên kîmyewî yên Sûriyê verast bike, mûzakere dikirin.
Nûnerê daîmî yê Îngilistanê Mark L. Grant li ser hesabê xwe ya Twitterê daxuyaniyek da û da zanîn ku welatên P5ê li ser pêşnûmaya biryara tunekirina çekên kîmyewî yên Sûriyê li hev kirin.
Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov jî daxuyaniyek da nûçegihanan û got ku li ser mijarên bingehîn li hev kirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin bidestxistin, li ser mijarên bingehîn li hev kirine û hat ragihandin ku hevdîtinên li ser hirgûliyan didomin.