Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK) di serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de civiya.
Li Kulliyeya Serokomariyê, civîna asayî ya MGKyê di saet 14.24an de, dest pê kir.
Dê di civînê de li ser geşedanên li welêt û derveyî welêt pêk hatin bisekinin.
Orgeneral Hûlûsî Akarê ku heta niha wek Fermandarê Hêzên Bejayê tevlî civînên MGKyê dibû cara ewil e ku bi sifetê Serokê Sererkaniyê beşdarî civînê bibe. Alîkarên Serokwezîr Cevdet Yilmaz û Tûgrûl Turkeş, Wezîrê Karên Navxweyî Selamî Altinok û Wezîrê Karên Derve Ferîdûn Sînîrlîoglu cara ewil wek endamê MGKê beşdarî civînê dibin.
Orgeneral Salih Zekî Çolakê Fermandarê Hêzên Bejayê, Orgeneral Abîdîn Unalê Fermandarê Hêzên Hewayê û Orgeneral Galîp Mendiyê Fermandarê Giştî yê Cendirmeyê cara ewil beşdarî civînê dibin.