07 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2016
HATAY
Li Yayladagiya navçeya Hatayê 142 iraqiyên ku hewl didan bi rêyên dereqanûnî ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bibin, hatin girtin.
Li gor agahiyan leşkerên Fermandariya Tabura Hidûd a 3yemîn dema li der û dora Qereqola Belengoz û Topraktutanê lêgerîn dikirin, rastî komeke ku dixwestin ji sînor derbas bibin, hatin.
Leşkeran tespît kir ku 142 kesên di nav de jîn û zarok jî hene iraqî ne û ji ber rêxistina terorê DAEŞê dixwazin derbasî Tirkiyeyê bibin.
Leşkeran 142 iraqî teslîmê Navenda Paşveşandinê kir.