Sevim Hatun
23 Sibat 2017•Rojanekirin: 26 Sibat 2017
GAZZE
Memduh Murtecayê birayê Muhammed Murtecayê filîstînî yê xebatkarê Serokatiya Ajansa Koordînasyon û Hevkariya Tirk (TÎKA) ku ev 11 rojin Îsraîlê ew binçavkiriye got ku birayê min ji bo xizmeta mirovatiyê bike hewl dida.
Memduh Murteca ji AAyê re axivî got ku, birayê min wexta diçû Tirkiyê, di 12ê sibatê da li Deriyê Sînorê Beyt Hanûnê hat binçavkirin, em ji ber vê yekê şaş û metel bûn.
Murteca destnîşan kir ku birayê wî ji bo derbasbûnê hemû miameleyên qanûnî bi cih anîbû û ji bo binçavkirina tu sedem tune bû.
Memduh Murteca diyar kir ku derbarê sedema binçavkirina wî da tu agahî di destê wan da tune ye û wiha axivî: "Dadgeha Îsraîlê di rûniştina dozê ya roja sêşemiyê da nikaribû birayê min bi sûcekî tawanbar bike, tenê ji bo dirêjkirina maweya binçavkirina wî biryar girt."
Murteca got, "Muhammed li ser xeta Xezeyê ji bo mirovatiyê dixebitî" xwest ku birayê wî berî demekê serbest bê berdan.
Hat ragihandin ku hevdîtinên Wezareta Karên Derva û Balyozxaneya Tirkiyê ya li Tel Avîvê yên derbarê Murtecayê ku ev 11 rojin binçavkiriye da bi rayedarên Îsralî re berdewam dikin, herwiha geşedanên pêvajoya binçavkirinê ji nêz ve teqîb dikin.
Murteca zewicî ye û 4 zarokên wî hene, ji sala 2012yan vir va li Xezeyê ji bo TÎKAyê dixebite.