Serokatiya Ajansa Koordînasyon û Hevkariyê ya Tirk (TÎKA) dê 200 hezar dolar alîkariyê bide Çermsorên ku li Oregona DYAyê dijîn.
Agahiya alîkariyê li Avahiya Balyozxaneya Washîngtonê ya Tirkiyeyê bi resepsiyonekê dan zanîn. Balyozê Washîngtonê Namik Tan, Serokê TÎKAyê Serdar Çam, Şefê Qebîleya Rezervasyona Warm Sprîngê Joseph Moses û gelek çermsor û vexwendî beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de Balyozê Washîngtonê Tan û Serokê TÎKAyê Çam, çeka bi 200 hezar dolarî ya sembolîk pêşkêşî Şefê Qebîleyê Moses kirin. Ji bilî vê alîkariyê dê TÎKA ava vexwarinê jî bibe herêma Warm Sprîngê ku lê nêzî 5 hezar çermsor dijîn.
Serokê TÎKAyê Serdar Çam destnîşan kir ku dixwazin di nava sala pêşiya me de vê projeyê biqedînin.
Çam destnîşan kir ku ev proje nêzî salekê berê dest pê kiriye û wiha got: "Me bi saya piştgirî û alîkariya Birêz Serokwezîrê me, îro ev xebata sembolîk bi cî anî. Li vir herêmeke berfireh tê avakirin, dê Tirkiye jî li vir depoya avê û tesîsatê saz bike. Di çarçoveya têkiliyên DYA û Tirkiyeyê de em bextewar in ji ber ku em vê alîkariyê dikin."